Mûrad Karayilan: Bi şerê navxweyê emê hemû tiştî ji dest bidin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan gelê Kurd hişyar kir ku dewleta Tirk dixwaze şerekî navxweyî derxîne û divê kes neyê vê lîstikê. Karayilan çareserî jî bi diyalogan ve girêda û teqez kir ku yên xwedî li Şengalê derketin rewa ne û ne pêkan ji Şengalê werin derxistin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan di bernameya taybet a Sterk TV de, mijarên di rojevê de nirxandin.

Karayilan bi taybetî li ser tevliheviya MÎT’ê ku bi destê PDK’ê dixwaze di nav Kurdan de şerekî xiyanetê bi pêş bixe, axivî.

Mûrad Karayilan bang li hemû partiyên Kurdan kir ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin, an jî her tişt wê ji dest biçe.

Mûrad Karayilan: Ji 2018’an û vir ve em weke tevger ne li Şengalê ne

Karailyan bal kişand ser peymana navbera PDK, Bexda û dewleta Tirk li ser Şengalê jî û da zanîn ku dewleta Tirk, tu carî naxwaze civaka Êzidî bibe xwedî statu.

Mûrad Karayilan: Peymana bêyî vîna xelkê Şengalê nayê qebûlkirin

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan teqez kir ku yên xwedî li Şengalê derketin rewa ne û ne pêkan e ji Şengalê bên derxistin.

Back to top button