Geir Pedersen: Civînên komîteya Destûrî ya Sûrî têk çûn

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyê Geir Pedersen, têkûçûna civînên komîteya Destûra Sûrî ragihand.

Geir Pedersen duh bi vîdyo tevlî Konseya Ewlekariyê ya navnetewî bû û derbarê komîteya destûrî ya Sûrî de, wiha mikur hat:

“Biryar hatibû dayîn ku vê mehê rûniştina komîteya Destûrî li Cinêvê bihata lidarxistin, lê ev yek ne pêkan e.

Em hêvî dikin ku rûniştina komîteyê meha Mijdarê bê lidarxistin.”

Pedersen serdana xwe ji Şamê re bi bîr xist û anî ziman ku, ew hîna negihiştin lihevkirineke dawî, lê plan heye danûstandinên nû li Cinêvê pêk bînin.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Balyozê Amerîka li NY destnîşan kir ku dem hatiye êdî ji rêjîma Essed re were gotin “êdî bes e”, ji ber ew komîteya destûrî asteng dike.

Tê zanîn, ji ber dûrxistina nûnerên 5 milyon şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji komîteya avakirina destûrî, hemû gerên Cinêvê têk diçin.

Back to top button