Şaredariya Gel a Hecînê dest bi gelek projeyan kir

Şaredariya Gel a Hecînê ya rojhilatê gundewarê Dêra Zorê, dest bi bi sererastkirina navînên rêyên giştî, ziftkirin û ronîkirina rêyan kir.

Şaredariyê, dest bi sererastkirina navîna rêya Bîst bi dirêjahiya 2 hezar û 200 metreyan, ji nexweşxaneya giştî ya Hecînê heta çerxerêya Raye, bi lêçûna 15 hezar û 350 dolarî kir.

Destpêkê wê bermahiyên navîna berê werin rakirin.

Piştre navîneke nû li şûna wê were avakirin û gelek cureyên daran û gulan lê werin çandin.

Li gel wan xebatan, Şaredariya Hecînê hewl dide tora ronîkirina kolanan bi dirêjahiya 3 hezar metreyan û bi lêçûna 3 hezar dolarî sererast bike.

Li alyekî din jî, şaredarî wê xeteke nû ji stasyona ava Hecînê ya sereke, avê bigihîne derdora hezar kesî.

Tê payîn, şaredarî vê projeyê di nava 35 rojan de biqedîne.

Back to top button