Bi hezaran koçberên ji Meksîka ber bi sînorê DYA ve diçin

Waşîngton nikare dawî li pêka koçberiya ber bi sînorê welat ve bîne.
Hezaran koçberên ji Amerîkaya navîn û Venezuela di ser Meksîkayê re, ber bî sînorê Derwletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA ve dimeşin.

DYA bi pêleke din a koçberên neqanûnî re rû bi rû maye.

Bi hezaran koçberên neqanûnî ji Amerîkaya Navîn û Venezuelayê 30’ê Cotmehê ji başûrê Meksîkayê derketin û bi hêviya ku derbasî DYA yê bibin ketine ser rê.

Koma ji sedan koçberan ku duh ji bajarê Tapachula yê eyaleta Chiapas a li ser sînorê Meksîkayê bi Guatemalayê re bi rê ketin, plan dikin ku tevlî karwana koçberan a bi hezaran kesî ya li bajarê Huixtla rawestiyane, bibin.

Rayedarên eyaletê dibêjin karwanê koçberan ji 3 hezar û 500 kesî pêk tê.

kesên di nava koma koçberan de wan rêxistin dikin jî îdia dikin jimara wan nêzî 7 hezarî ye.

Xelkê Kuba, El Salvador, Guatemala, Haîtî, Hondûras û Venezuelayê ji ber xizanî û bêîstîqrariya siyasî ya li welatên xwe, dixwazin biçin DYA.

Meha borî, Serokê Amerîkî Joe Biden avakirina dîwarek 32 kîlometreyî li ser beşa Teksasê ya sînorê Amerîka-Meksîkayê pejirand.

Armanca sereke ya vê jî zehmetkirina pêla koçberiya neqnûnî ye.

Back to top button