Haîtî..di hefteyekê de jimara kesên hatine kuştin derket 89’an

Li Haîtî şerê navbera komên çete, welat veguherandiye gola xwînê.
Di şerê hefteyeke li paytextê dewam dike de, 89 kes hatin kuştin.

Rêxistina bi navê Tora Neteweyî ya Parastina Mafên Mirov got:

“Hê kêm 89 kes hatin kuştin û 16 jî winda bûn.”

Di şerê li nava paytextê Port-au-Prince dewam dike de heta niha herî kêm 89 kes hatine kuştin û 16 kes jî winda ne.

Li gorî ajansa nûçeyan a Fransî AFP, ji Pêncşema borî ve dengê çekan li Cite Soleil, ku yek ji herêmên herî xizan û qelebalix ên paytextê ye, tê bihîstin.

Ajansê diyar kir ku hin kes di hundirê malên xwe de bi guleyan bûne armanc, lê ji ber destûr nedan ambûlans bikevin qadê nikarin alîkariyê bigirin wan kesan.

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ragihand ku li herêmê 15 kes emeliyat kirine.

Şerê li herêmê rojek piştî salvegera kuştina Serokê Haiti yê 53 salî Jovenel Moise yê 7’ê Tîrmeha 2021’an pêk hatî, dest pê kir.

Ji dema ku Moise hat kuştin, komên çete ji bo kontrolkirina herêmê li welêt şer dikin.

Back to top button