Serokomarê Îtalya, îstifaya serokewezîr Draghi red kir

Krîza koalîsyonê ya li Îtalyayê bû sedem ku Serokwezîr Mario Draghi îstifa bike.
Draghi îstifaya xwe pêşkêşî Serokomarê Îtalya Sergio Mattarella kir.
Lêbelê, Mattarella îstifakirina Draghi qebûl nekir.

Krîza koalîsyonê ya li Îtalyayê bû sedema îstifakirina serokwezîr Mario Draghi.

Draghi piştî ku dengê pêbaweriyê li Senatoyê ji aliyê Tevgera 5 Stêrk ku yek ji hevkarên wê yên koalîsyonê ye hat boykotkirin, biryar da ku îstifa bike.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîriya Îtalyayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku wê Draghi îstifaya xwe pêşkêşî Serokomar Sergio Mattarella bike.

Draghi got,

“Peymana baweriyê ya ku bingeha hikûmetê ava kiribû ji holê rabû.

Êdî tifaqa yekîtiya neteweyî ya ku piştgiriyê bide vê hikûmetê nemaye.”

Lêbelê, Serok Mattarella îstifakirina Draghi red kir.

Koşka serokatiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Mattarela, Draghi vexwendiye ku li parlamentoyê biaxive.

Her çend endamên Tevgera 5 Stêrk beşdarî dengdanê nebûn jî Draghi karî piştgirî ji Senatoyê bigire.

Li parlamentoyê paketa alîkariyê 23 mîlyar euroyî ya ji bo malbat û karsazan hatibû amadekirin ket dengdanê.

172 senatoran dengê erê û 39’an jî dengê na bikar anîn.

Di pakêta pejirandî de bendek jî heye ku destûrê dide li paytext Romayê bo avakirina navenda şewitandina berhemên têne avêtin.

Tevgera 5 Stêrk demeke dirêj li dijî avakirina vê tesîsê derket.

Draghi beriya niha ragihandibû ku bêyî piştgiriya Tevgera 5 Stêrk ew ê wezîfeya xwe ya serokwezîriyê bidomîne.

Draghi piştî dengdana li Senatoyê çû hevdîtina Serok Mattarella.

Hikûmeta yekitiya neteweyî ya ku di şert û mercên krîza tenduristî û aborî ya ji ber pandemiyê pêk hatiye de, 13’ê Sibata 2021’an dest bi kar kir.

Back to top button