Polîsan Li Bakurê Kurdistan 18 siyasetmedarên Kurd girtin

Vê sibehê di çarçoveya oprasyonên qirkirina siyasî de, li Amedê aktîvîst û siyasetmedar hatin binçavkirin. Li gelek bajaran binçavkirina siyasetmedaran bi daxuyaniyên çapemeniyê hat şermezarkirin wiha hat gotin: Em ê qet serê xwe li ber zextên we netewînin.Her ku hûn bi ser me ve werin, em ê bi hêztir bibin.

Terora hikumeta faşîst ya AKP-MHP’ê li ser siyasetmedarên kurd dewame.

Di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Amedê hat birêve birin de, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malen siyasetmedarên kurd de girtin.

Polîsan di serdegirtina saet 04.00’ê sibê de, bi saetan di malan de lêgerîn kirin û hemû alavên malan belav kirin.

Di operasyona navenda wê Amedê hat birêvebirin de aktîvîstên TJA’yê, rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên girtin.

Hat hînbûn ku 18 kes bi hincetên di demên cuda de beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê bûyîn, qeyûm û tecrîd şermezar kirin, çûyîna şînê û tevlî çalakiyên greva birçûbûnê bû ne de hatin binçavkirin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê binçavkirina siyasetmedaran hat şermezarkirin

Terora dewletê ya li Amedê li hember siyasetmedar û aktivîstên Kurd, li gelek bajaran hatin protestokirin.

AMED

Platforma Jinan a Dîcle Amed (DKAP) li ber avahiya Komeleya Jinan a Rosa ku rêveberên wê hatin destgîrkirin daxuyanî da çapemeniyê.

Platformê anî ziman ku her ku arasteyî bibin ew ê têkoşîna wan bi hêztir bibe.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî axaftinek kurt kir û got ew ê li dijî zextan têkoşîna xwe mezintir bikin.

RIHA

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî daxuyanî da çapemeniyê û destgîrkirin aktîvîstên jin û siyasetmedaran şermezar kir.

Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Pirsûsê pêk hat û parlamenter Ayşe Surucu û Omer Ocalan û gelek kes beşdar bûn.

Parlamnter Surucu axivî û destnîşan kir ku wê kes nikaribe têkoşîna wan têk bibe û got:

“Em ê heta dawiyê li dijî zextên têbikoşin.

ŞIRNEX

Rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Cizîr û Silopya yên Şirnexê jî destgîrkirin şermezar kirin.

COLEMÊRG 

Binçavkirinên li Amed, Riha û Wanê li Colemêrgê bi daxuyaniyeke hat şermezarkirin û di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dê li dijî zilm û tundiyê serî rakin.

Bi heman armancê li Mêrdîn, Dîlok û Enqereyê jî daxuyanî hatin dayîn û faşîzma AKP’ê ya li dijî HDP’ê hate şermezarkirin.

Back to top button