FARC-EMC danûstandinên aştiyê rawestandin

Fraksiyona bingehîn a muxalîf a ji Hêzên Çekdar ên Şoreşgerî yên Kolombiyayê (FARC) qut bû.
Fraksyonê diyar kir ku hikumet li gorî lihevkirina beriya niha tevnagere, lewma ew ji maseya danûstandinê rabûne.

Fermandariya Giştî ya Navendî ya FARC’ê (EMC-FARC) ku peymana dîrokî ya aştiyê ya 2016’an red dike, bi daxuyaniyekê got; “Ji îro û pê ve danûstandin û rojeva ku me bi hikumetê re li ser li hev kirine, radiwestînin.”

Di daxuyaniyê de qala xalên bûne sedema binpêkirina peymanê nehate kirin û tenê hate gotin,

“Dewlet bi ahengî tevnagere.”

Her wiha hate ragihandin ku hikumet bi operasyonên li herêmên EMC lê ne, ‘vîsyoneke mîlîtarîst hîn jî dewam dike’.

Danûstandinên ji bo bêçekkirina 3 hezar û 500 gerîlayan û bidawîkirina serhildana çekdarî, di meha Cotmehê de li bakur rojhilatê welêt li herêma Tîbû destpê kiribû.

Piştî ku van hevdîtinan bi rengekî fermî destpê kirin, Wezareta Parastinê biryarnameyek weşand û bi vî rengî agirbesteke dualî ji bo sê mehan destpê kir.

Li gorî daxuyaniya roja Yekşemê, tê payin ku agirbest dewam bike.

Ti ji çavkaniyên hikumetê û yên leşkerî têkildarî daxuyaniya EMC’ê daxuyanî nedane.

Serokê EMC’ê Nêstor Gregorîo Vera ku weke ‘Îvan Mordîsco’ tê naskirin, diyar kir ku wan ti carî nexwestine tevlî peymana 2016’an û pêvajoya bêçekbûyînê bibin.

Serokê Kolombiyayê Gûstavo Petro ku yekemîn serokê çepgir e û gerîlayekî berê ye, ji bo muxalîfên peymana aştiyê ya 2016’an red kirine dest ji çekan berdin, hevdîtin kiribû.

Hikumet bi hevdîtinên aştiyê yên bi muxalîfên FARC’ê, Artêşa Rizgariya Neteweyî ya gerîla (ELN), hêzên paramîlîter û rêxistinên cuda yên sûc dixwaze dawî li şerê çekdarî yê 60 salan bîne.

Back to top button