487 koçberên Êzidî ji kampên Duhokê vegeriyan Şingalê

Vegera welatiyên Êzidî ya li Şengalê dewam dike.
487 kesên din ên li kampên Duhokê diman vegeriyan ser warê xwe.

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji wargeha Şaryaî ya ser bi Dihokê 487 koçberên Êzidî bi daxwaza xwe vegeriyane Şengalê û herêmên derdora wê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku vegera koçberan ya di demên dawî de berdewam dike.

Piştî ku Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin jiyan ji nûve lê geş dibe. Heta niha bi hezaran koçberên Êzidî tevî astengiyên PDK’ê jî vegeriyane li ser warê xwe û beşdarî ji nû ve avakirina Şengalê bûne.

Back to top button