NPG: Sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne

Fermandariya Biryargeha NPG’ê ​​​​​​​bi boneya Roja Şehîdan diyar kir ku artêşa Şehîdan a Nemir a PKK’ê di têkoşîna azadiyê a bênavber de roj bi roj mezin dibe û her şehadet, her destaneke lehengiyê û sekna fedayî ya Apoyî me bi ser dixîne.

18’ê Gulanê roja şehadeta hevrê Hakî Karer di heman demê de bû roja şehadeta hevrê Halîl Çavgûn û roja Çaran, ji ber vê yekê meha Gulanê weke Meha Şehîdan tê bîranîn.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê bi vê boneyê daxuyaniyek da.

NPG’ê diyar kir ku her rojeke ji meha Gulanê bi destanên lehengiyê bû xwedî wateyeke dîrokî û artêşa Şehîdan a Nemir a PKK’ê di têkoşîna azadiyê a bênavber de roj bi roj mezin dibe.

NPG’ê balkişand li ser xwedî derketina PKK’ê bi şehîdan re û got:

“Rêber Apo bi dilsoziya bi şehadeta pêşengê me yê şoreşger ê enternasyonalîst hevrê Hakî Karer ku bi gotina ‘mîna ruhê min ê veşartî bû’ pênase dikir, bi partîbûnê biryara mezinkirina têkoşînê da û Partiya Şehîdan PKK li ser vê bingehê derkete ser dika dîrokê.”

Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê di dawiyê de, ev yek anî ziman:

Em di bin fermandariya Artêşa Şehîdan de û bi pêşengiya Partiya Şehîdan PKK’ê şer dikin.

Em ê tola mezin a şehîdên xwe hilînin, her tim şopdarê xeta wan bin û di meşa xwe ya Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad de bi gavên hîn ji xwe bawer bikoşin.

Weke şopdarên şehîdan ku 44 sal in ti carî dest ji meşa li ser xeta şehîdan bernedane û wê ti carî jî dest jê benedin, di sala 45’an de em ê têkoşîna xwe bi rengekî bênavber dewam bikin.

Back to top button