Saziya Enerjî û Peywendiyan bo pirsgirêka kehrebeya Hesekê û Til Temirê çareseyeke demkî peyda kir

Saziya Enerjî û Peywendiyan a Şedadê saetên dayîna kehrebeyê li ser navçe û gundewarên xwe kêm dike da ku ji Hesekê û Til Temirê re bişîne.

Ji ber kêmkirina asta ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, tûrbînên kehrebeyê ji xizmetê derketin û di encamê de kehrebe li ser tevahî herêmên Hesekê û Til Temirê qut bû.

Wekî çareseriyeke demkî û lezgîn ji vê pirsgirêkê re, Gerînendeya Giştî ya Enerjî û Peywendiyan li Şedadê bi rêya tûrbînên gazê yên stasyona Çibisayê dê kehrebeyê bide bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê.

Tûrbînên gazê yên derxistina kehrebeyê yên kargeha Çibisa ya li başûrê Hesekê, 25 megawat ji kehrebê derdixînin û Kargeh ji 3 tûrbînan pêk tê, hilberîna her tûrbînekê jî derdora 10 megawat e.

Têkildarî mijarê, hevseroka Saziya Enerjî û Peywendiyan a Şedadê Duha El-Teraf ji ANHA’yê re axivî û got:

“Ji derdora 15 rojan ve rewşa kehrebeyê nebaş bûye, Lewra em neçar in ku dahatên kehrebeyê ji stasyona Çibisa bikişînin û navbera Şedadê, Hesekê û Til Temirê de parve bikin.”

Duha El-Teraf diyar kir ku dayîna kehrebeyê bi rêya tûrbînên Cibisayê çareseriyeke lezgîn e, bo her taxekê dê saeteke kehrebe di rojê de were dayîn, roja din wê kehrebe ji gundewarê başûrê Hesekê re be.

El-Teraf sedema kêmbûna dema dayîna kehrebê vegerand mezinbûna bajarê Hesekê, bilindbûna pileya germahiyê, ku di heman demê de berpirsên kargehê neçar dihêle ku her 4 saetan bê navber tûrbînan rawestînin.

Di dawiyê de Hevserok Duha El-Teraf bal kişand ser giliyên şêniyên Şedadê bo kêmkirina saetên keherebeyê, ku ew neçar in bidin Hesekê da ku pêwîstiya dagirtina avê pê bi cih bînin.

Back to top button