”Helwesta KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî cihê destxweşiyê ye”

Rewşenbîrên û siyasetmedarên herêma Soran û welatiyên navçeya Derbendîxanê piştgirî dan biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî û gotin: ”Helwesta KCK’ê cihê destxweşiyê û ev biryar biryaer bi wêrek e.” 

Biryara KCK’ê a rawestandina hemû çalakiyên leşkerî piştgirî û bandorek mezin li pey xwe anî.

Rewşenbîrên û siyasetmedarên herêma Soran a Başûr derbarê biryara KCK’ê ji Rojnews’ê re axivîn.

Çavdêrê siyasî Mistefa Gelalî destnîşan kir ku helwesta KCK’ê cihê destxweşiyê ye û ev tişt anî ziman:

”Ji dîrokê heta niha her dema ku dijminên Kurdan ketibin rewşek xirab de, Kurd daxwaza aştiyê kirine.

Lê piştî ku dijmin xwe kom dikin, ji agirbest û gavên ku ji aliyê Kurdan ve hatine ragihandin, sud werdigirin.”

Rewşenbîr û nivîskar Mihemed Bapîr jî dibêje helwesta KCK’ê cihê destxweşiyê ye.

Û pêwîste dewleta Tirk ji bo pêkanîna pêvajoya aştiyê gav bavêje.”

Welatiyên derbendîxanê: Biryara KCK’ê bi wêrek e

Welatiyên navçeya Derbendîxanê jî derbarê heman mijarê de ji ROJNEWS’ê re axivîn.

Welatiyan Biryara KCK’ê, biryarek bi wêreke bi nav kirin û gotin:

”Tevî vê biryarê jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hov didomîne.”

Back to top button