Şerê li Ukryna: Rûsya piştî derbên giran êrişên xwe rawestand

Rûsya êdî ji şerê li nava Ukrayna dimeşîne westiyaye.
Ev westandin bi derbên giran yên li çeperên şer dixwe re xuya dike.
Piştî bîlançoyek giran ya kuştiyan, Rûsya li herêmên şer lê dijwar e, oparasyonên xwe rawestand.

Îro şerê li Ukrayna derbasî meha xwe ya 22’an bû.

Hemwextî wê, Rûsya şerê li eniyên pêş rawestand.

Rêveberên leşkerî dibêjin, hêzên Rûsî bi domdarî li ser lêdana bajarokê Avdiyivka yê Ukraynayê de diçin.

Lê şer û parastina hêzên Ukraynî ya li herêmê êrişên wan bêencam dihêle.

Ev herêm piştî Bahmutê, devera herî zêde şerê giran lê rûdide ye.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Avdiivka Vitali Barabaş got:

Di bingeh de tiştek nehatiye guhertin.

Her tişt pir dijwar e.

Têkildarî bajêr jî rojane 8 heta 16, 18 êrîş tên kirin. Carinan 30.

Wextê me tune ku em wan bijmêrin.

Leşkerên rûsî êrîşa xwe ya “herî dijwar” li ser Avdiyivka pêk tînin.

Ev herêm piştî Bahmutê bûye armanca hêzên Moskowê.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Avdiyivka got;

102 welatî hefteya borî bi rêya tekane korîdora heyî ji bajar hatin derxistin.

Demeke kin piştî hêzên Ukraynayê 2014’an Avdiyivka ji destê cudaxwazên bi piştgirîya Rûsyayê derxistin, wan bi giranî bajar xistibûn nav parastinê.

Rayedarên leşkerî yên Ukraynayê ragihandin ku hêzên Rûsî operasyonên xwe li ser sê xalên eniya şer (Lyman, Zaporijiya û Shaktarsk) rawestandiye.

Ev herêm hema di nava mehên dawiyê de, bûne cihê herî zêde ku Rûsya êrişên li ser wê şidandiye.

Lê Fermandarê Hêzên Bejayî yên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Albay Orgeneral Oleksandr Sirski dibêje ku li nêzî Bahmutê şerekî dijwar pêk tê.

Artêşa Rûsya ji bo kontorlkirina Avdiyivka ji nîvê Cotmehê ve tevahî hêza xwe daye ser kontrolkirina herêmê.

Balkêşe ku artêşa Rûsya di mijara şerê li herêmê de, agahiyên têrker bi raya giştî re parve nake.

Herî dawî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê doh ragihand ku hêzên wan li beşên başûrê herêma Donetsk a leşkerên Ukraynayê xistine.

Artêşa Rûsya ji roja despêkirina êrişên xwe yên li ser Ukrayna û heta niha, bêtirî ji sedî 15’ê xaka Ukrayna kontrol kiriye.

Back to top button