Li Çînê nexweşiyên bêhnê zêde dibe

Li Çînê ew demeke nexweşiyên bêhnê belav dibe.
Sazî û rêxistinên tenduristiyê ji ber zêdebûna vê nexweşiyê ketine tevgerê û lêkolînan dikin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî-WHO ji ber zêdebûna nexweşiyê Çînê hişyar kir.
Weke pêşirtina nexweşiyê rêxistina tenduristiyê got:
Heke nîşaneyên nexweşiyan peyda bibe, divê xwe tecrîd bikin û hewce bike maske bi kar bînin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ew ji ber zêdebûna nexweşiyên bêhnê yên li Çînê bi fikar in û ji rayedarên Çînê der barê mijarê de agahiyên berfireh xwestin û bang li gel kir ku xwe baştir biparêzin.

Rêxistinê da zanîn doh bi alîkariya Komîsyona Tenduristiya Neteweyî bi Navenda Pêşîgirtin û Kontrolê ya Nexweşiyan a Çînê û Nexweşxaneya Zarokan a Pekînê re civînek lidarxistiye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî piştî agahî ji Pekînê wergirt, daxuyaniyek da û anî ziman ku bûyerên girêdayî nexweşiya pişikê yê bakurê Çînê ti zêdebûn nedîtine.

Rêxistina Tenduristiyê ji nîvê meha Cotmehê ve tenê daneyên nexweşiyên ku bi rêya bêhnê bi taybetî li bakurê welêt li zarokan tê dîtin û pergalên çavdêriyê yên Çînê lêkolîn dike.

WHO li ser zêdebûna nexweşiyê Çînê hişyar kir

Rêxistinê di daxuyaniya xwe ya 22’ê Mijdarê de jî wiha gotibû:

“Bi awayekî fermî WHO li ser zêdebûna nexweşiyên bêhn û pişikê yên zarokan, ji Çînê agahî xwest.”

Rêxistinê ji gel daxwaza kir ku tedbîrên kêmkirina metirsiya nexweşiya bêhnê bişopînin.

Ev tedbîrên ku jixwe di dema derketina Covid-19 û bi gelemperî ji bo nexweşiyên belav dibin de têne pêşniyar kirin

û hat gotin eger nîşaneyên nexweşiyan peyda bibe, divê xwe tecrîd bikin û hewce bike maske bi kar bînin.

Rayedarên Çînê di daxuyaniya 13’ê Mijdarê dabûn de sedema zêdebûna nexweşiyên bêhnê bi rakirina qedexeyên tenduristiyê yên Covidê ve girê dan.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî WHO’yê rexne li rayedarên Çînê kir ku di lêpirsîna nexweşiya Covîd-19 ya dawiya 2019’an de hat dîtin bi zelalî tevnegeriyane.

Back to top button