Li Tirkiyê hilbijartin

Rejîma faşîst ya AKP/MHP beriya hilbijartinên li welat dixwaze HDP’ê ya ji bo xwe metirsîdar dibîne bigrin. Ji bo vê yekê despêkê bi rêya dozgerên xwe alîkariya xezîneyê ya ji bo HDP’ê dan qutkirin. Niha jî ji bo kirasê qanûnê li vê biryara xwe bikin, şahidê veşartî yê lêdigeriya dîtin. Her wiha Dadgeha Destûra Bingehîn wê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê ya doza girtinê ku ji bimîne piştî hilbijartinê bicive.

Li Tirkiyê dema hilbijartinê nêz dibe.

Tê payîn 14’ê Gulanê li Tirkiye hilbijartina parlamento û serokomariyê pêk were.

Lê beriya hilbijartinê, rejîma AKP-MHP ji bo tekane partiya mixalîf ya jê ditirse HDP’ê bide girtin ketiye tevgerê.

Dozgeriya AKP-MHP ji bo grtina HDP’ê şahidan ji xwe re çêdike

Li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di çarçoveya doza girtina HDP’ê de hesabê alîkariya xezîneyê yê partiyê bloke kiribû.

Piştî biryara blokeye dadgeha bilind ji bo ku dozger delîlan peyda bike wext veqetandibû.

Serdozger Bekîr Şahîn ji bo ku delîl pêşkêşî dosyeyê bike serî li rêbazek din da û hewl dide alîkariya xezîneya HDP’ê were qutkirin.

Serdozger serî li îfadeyên şahidê veşarî ku derbarê 16 rojnamevanên kurd de 7 meh in li Amedê girtî dabû de wek delîl pêşkêşî dosyeyêk kir.

Di nav delîlên ku dozger pêşkêşî dadgehê kir de li gel îfadeyên li ser rojnamevanan, her wiha îfadeyên şahidek din ê veşartî ku derbarê parlamenterên HDP’ê û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê de îfade dabû de cih digirin.

AYM wê sibe têkildarî daxwaza HDP’ê bicive

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê ya doza girtinê ku ji bimîne piştî hilbijartinê bicive.

AYM biryar dabû ku wê di 25’ê Çile de têkildarî serlêdana HDP’ê bicive.

Lê ev civîn taloqî sibe hate kirin.

Ji bo girtina HDP’ê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind serî li AYM’ê dabû.

Back to top button