Ukrayna: Hêzên me ji bajarê Soledar vekişiyan

Dawiya dawî Rûsya li bajarê Soledar serketin bidest xist. Ev demek dirêj bû li herêmê şereke dijwar pêk dihat. Herî dawî artêşa Ukraynayê ragihand ku ew ji bajarê Soledar vekişiyane.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Sergiy Cherevaty ji ajansa AFP re piştrast kir ku leşkerên Ukraynayê vekişiyane û bajar radestî hêzên Rûsyayê kirine.

Sergiy Cherevaty got: “Piştî çend mehan ji şerên giran, di nav wan hefteyên borî de, hêzên me ji bajar derketin.

Hêzên me yên li wê herêmê li ciheke berê hatibû amadekirin bicih bûne.”

Têkildarî dîroka vekişînê agahiyek zelal ne hate dayîn.

Soledar, yek ji eniyên krîtîk ên li eniya Donetsk li rojhilatê Ukraynayê bû.

Ev bajarê biçûk bi kanên xwê tê naskirin.

Lê ji ber ku bajar li ser êya navbera Bahumt û deverên din yên welat de ye, xwedî girîngiyek stratejîk e.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê berî niha kontrolkirina bajar ragiahndibû.

Lê Ukrayna her tim ev yek red dikir.

Ji bo vegerandina bajarên ku Rûsya ew kontrol kirine, rêveberiya welat careke din banga piştevaniya çekan kir.

Back to top button