Serokkomarê Iraqê şandeyeke NATO’yê pêşwazî kir

Serokkomarê Iraqê Ebduletîf Cemal Reşîd şandeya Natoyê pêşwazî kir û diyar kir ku di van 2 salên dawî de li Iraqê îstîqrarereke ewlehiyê baş çêbuye û di serxistina bernama hikumetê de dibe alikar.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokkomariyê di daxuyaniya xwe de got; ”Reşîd Fermandariya Hevbeş a NATO′yê Stuart Munch û fermandarê şandeya NATO′yê li Iraqê general Giovanni Anucci pêşwaz kirine.

Têkildarê vê hevdîtinê nivîsgehê diyar kir ku Iraq bi hevkariya dostên xwe hewl dide têkiliyên leşkerî û îstîxbaratî bi pêş bixe, da ku têkoşîna li dijî terorê û tunekirina wê were geşkirin.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim El Erecî jî da zanîn ku hikumet di aliyê geşkirina têkiliyan li gel NATO′yê de cidî ye.

Ev yek hemwextî serdana Mihemed Şiya Sûdanî ya îro ji Fransayê re, pêk tê.

Sûdanî destnîşan kir ku Bexda û Parîsê têkildarî girîngiya stratejîk a têkiliya di navbera her du welatan de hişt ku hikumeta Iraqê baldariyeke zêde li ser pêşxistina têkiliya dualî nîşan bide.

Sûdanî got pêdiviya Iraqê bi hêzên şer ên biyanî tune ye, lê pêdiviya wê bi hêzên şêwirmendiyê heye ku hêzên welat perwerde bikin.

Back to top button