Fîlma ‘Kobanê’ sibe li ser ekranên Ronahî TV wê bê pêşandan

Piştî ku fîlma ‘Kobanê’ li holên sînemayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarên cîhanê hat pêşandan, sibê 26`ê Çileyê cara yekem dê li ser televîzyonan jî bê pêşandan.

Di salvegera 8`emîn a rizgarkirian Kobanê de, fîlma ‘Kobanê’ 26`ê Çileyê dê cara yekem li gorî dema Rojava saet di 9`ê êvarê de li ser ekranên Ronahî TV`yê, saet di 8`ê êvarê de li ser ekranên Stêrk TV’yê bê pêşandan.

Û wê roja 27`ê Çileyê saet di 9`ê êvarê de li ser ekranên Jin TV`yê were pêşandan.

Fîlma Kobanê ku 2 saet û nîvan dirêj dike, li bajarên Reqa, Tebqa, Qamişlo, Rimêlan û Hesekê hatin pêşandan.

Her wiha li gelek welatên Ewropa jî hat pêşandan.

Fîlm behsa bûyerên dîrokî yên di Berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ`ê di salên 2014-2015`an de dike.

Ozlem Yaşar derhêneriya fîlmê kiriye û ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava û Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) ve di 2021`an de hate kişandin.

Back to top button