PAJK: Çalakiya Bêrîtan veguherî artêşbûna jinê

Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyekê di salvegera 28’an a şehadeta wê de Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bibîranî.
PAJK’ê got; “Di îdeolojiya azadiyê ya jinê a PKK’ê de rola hevrê Bêrîtan mezin e.”

Koordînasyona PAJK’ê di kesyeta gerîlaya PKK’ê Bêrîtanê de şehîdên Cotmehê bi rêzdarî bibîr anîn.

PAJK’ê got:

Bi berxwedan û serhildana ku Bêrîtan û yên li pey wê kirin, Kurdistan ji qirkirinê hat rizgarkirin.

Şopdarên Bêrîtan niha berxwedaneke bêhemba li Cenga Heftenînê dimeşînin.

PAJK’ê diyar kirin ku Çalakiya hevrê Bêrîtan, veguherî artêşbûna jinê.

Li binarê Qendîlê şehîd Bêrîtan hate bibîranîn

Her wiha li gundê Xuranî yê Binarê Qendîlê, jinan Têkoşera Kurd Bêrîtan di salvegera 28’an a şehadeta wê de, bi semînerekê bi bîranîn.

Di semînerê de Dîdar Hesen têkildarî jiyan û têkoşîna Şehîd Bêrîtan axivî û diyar kir ku li ser şopa Şehîd Bêrîtan bi hezaran jin tevlî rêxistinê û Tevgera Azadiya Kurdistanê bûne.

Back to top button