Mala Êzdiyan: vîna me hebûna me ye

Mala Êzdiyan a gundê Berzanê ya Hesekê peymana li ser Şengalê hatiye îmzekirin bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Daxuyanî li ber navenda Mala Êzîdiyan bi tevlîbûna bi dehan Êzidî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

3’yê tebaxa 2014’an gelê Şengalê bi dengê guleyan şiyar bûn, çeteyên DAIŞ’ê bi navê ola islametiyê, êrîşî Şengalê kir da ku Kurdên Êzidî qir bike.

Di wê êrîşê de hikûmeta Başûrê Kurdistanê parastina me nekir, xwe kişandin.

Zarokên me hatin kuştin, jin hatin revandin û malên me talan bûn.

Wê kî hesabê vê fermanê bide gelo?

Piştî rizgarkirina Şengalê, êdî vîna gelê Şengalê hate avakirin.

Îro bi peymanê dixwazin vîna gelê Şengalê tune bikin. Ev komployek nû ya li dijî Kurdên Êzidî ye.

Em weke Kurdên Êzidî peymana hikûmeta Iraq û PDK ya li ser Şengalê îmze kirine qebûl nakin.

Daxuyanî bi dirûşma “Vîna me hebûna me ye” bi dawî bû.

Back to top button