Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 238 kesên din bi coronayê ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Desteyê diyar kir ku 7 kesên din ji vîrûsê baş bûne.
Bi van daneyan re jî, jimara giştî ya kesên li herêmê pê ketine dibe 3 hezar û 625 kes, ji wan 109 kesan jiyana xwe ji dest daye û 665 kes jî baş bûne.
Ji xwe li seranserî cîhanê jî rêjeya belavbûna vîrûsê roj bi roj zêde dibe û heta niha jimara pêketiyan 40 melyon derbas kiriye.