Ciwanên Minbicê bi şanoyeke bêdeng bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya şaxa Minbicê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şanoyek pêşkeş kirin.
Şano balê dikişîne ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya cihanê.
Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê Ehmed El Cemîlî axivî û got:
Dewleta Tirk li hemberî berxwedana gerîlayan derbên giran dixwe, ji ber vê yekê serî li çekên kîmyewî yên qedexekirî dide.
Çalakî bi gera ciwanan a li nav kolanên bajêr bi dawî bû.