Hêzên Rûsya bajarê Bahmût dorpêç kir

Rûsya li rojhilatê Ukrayna nêzî serketinê bûye.
Di demekî ku Rûsya herêma Bahmutê dorpêç dike de, li Zaporijiya êrişî Tabura Azakê kir.
Rêveberiya Ukrayna jî li dijî dorpêçê hêzên xwe ji nûve bicih dike.

Şerê li Ukrayna li rojhilatê welat dijwar dibe.

Rûsya niha li derdora bajarê Bahmûtê kom bûye.

Li aliyekê bajar dixe nava dorpêçê û li aliyê din jî hewil dide piştevaniya hêzên Ukrayna ya ji bo herêmê asteng bike.

Sererkaniya Ukrayna ragihand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de, li Kupiansk, Lyman, Bahmût û Avdiivka yê bêtirî 130 êrişên Rûsya hatine têkbiirin.

Sererkaniyê diyar kir ku hewildanên Rûsya yên ji bo dorpêçkirina bajarê Bahmûtê didome.

Berdevkê Koma Hêzên Rojhilatî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Sergey Cherevaty ji CNN re got;

Rewşa bajêr ku ji dijmin re wekî armancek pêşîn tê destnîşan kirin, “zehmet e lê di bin kontrolê de ye”.

Cherevaty anî ziman ku êrişên dijwar li hemberî gundên li bakur û rojavayê Bahmûtê pêk hatine.

Şerê li Bahmûtê ya herême stratejîk ya pişesaziyê ye, ji havînê ve dewam dike.

Beriya niha fermandarên koma çekdarên Wagner yên Rûsî ji Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky xwestin ku hêzên xwe ji bajar vekişînin.

Fermandariya Ukrayna îdia dike ku hêzên wan li derdora bajarê Bahmutê derbên xuret li çekdarên Rûsya daye.

Şoygu serdana Donetskê kir

Li aliyekî din, Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sergey Şoygu yê êrişa li ser Ukrayna weke oparasyoneke taybet binav dike, serdana herêma Donetskê kir.

Di daxuyaniya Wezareta Parstinê ya Rûsya de hate gotin;

Şoygu di serdana xwe ya li eniya Dontskê de bi fermandarên li qadê re civiya.

Ji bo xurtkirina hêzên li eniyê ferman hatiye dayîn ku tiştên pêwist bêne kirin.

Rûsya li Zaporijiyayê êrişî tabura azakê kir

Hemwextî rewşa li Bahmûtê, hêzên Rûsya dixwazin li Zaporijiya jî derbên xurt li artêşa Ukrayna bidin.

Ji bo vê yekê Moskow ragihand ku wan li Zaporijiya Tabura Azakê kirine armanca êrişên xwe.

Beriya salekê vê tabûrê bi şerê li Mariupolê re bala cîhanê kişandibû ser xwe.

Zelensky bi seroka pe metsola re civiya

Ji aliyê din ve Zelenskiy doh li Lviv bi Seroka Parlamentoya Ewropayê (PE) Roberta Metsola re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de hêviya destpêkirina danûstandinên ji bo tevlîbûna Ukraynayê di nava Yekîtiya Ewropayê (YE) ya îsal de hat gotin.

Back to top button