KCK: Şehîd Weysî şehîdê Kurdistanê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê çalakiya welatprêzê kurd Weysî Taş wek dilsoziya wî ya bi Rêber Apo û têkoşîna azadiyê re nîşanda û got:
Em weke tevgera azadiya Kurd, bang û daxwazên hevalê Weysî Taş, ji xwe re ferman dibînin û em ê wisan nêz bibin.
Ew tevlî karwanê şehîdan bû û êdî şehîdekî Kurdistanê ye.”

Welatparêzê Kurd Weysî Taş ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li dijî Rêber Ocalan şeva 12’ê Çile li Mêrdînê bedena xwe da ber agir.

Têkildarî vê çalakiya şehîd Weysî Taş Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da.

KCK’ê di şexsê şehîd Weysî Taş de hemû şehîdên tevgera azadiyê bibîranî û got:

“Heval Wesî temenê xwe dayê têkoşîna Kurdistanê û rûyê qirker, êşkencekar û dijminahiya li Kurdan ê dewleta Tirk a qirker û mêtinger, baş dîtiye û nas kiriye.

Lewma di peyamê wî de tê dîtin ku di asta herî dawî de kesekî zane û xwedî hesteke kûr a welatparêziyê ye.

Bi gihiştina asta şehadetê re, ew êdî tevlî karwanên şehîdan bûye û bûye şehîdekî Kurdistanê.”

KCK: Çalakiya şehîd Weysî nîşaneya kûrbûn û dilsoziya wî ya bi Rêber Apo re ye

KCK’ê daxuyakirin ku Çalakiya şehîd weysî pêk aniyê nîşaneya mezinbûna dilsoziya wî ya bi Rêber Apo û têkoşîna azadiyê ye.

Şehdî Weysî Taş di peyama xwe de ji hûnermendê kurd Xelîl Xemgîn daxwaz kiribû ku stranke li ser wî derxîne.

KCK’ê balkişand li ser daxwaz û peyamê şehîs weysî û got:

KCK: Hemû daxwaz û peyamên şehîd Weysî ji bo me ferman e emê teqez bi cih bînin

“Şehîd Weysî rêzdarî û hezkirinek mezin heq dike.

Peyamên ku ji me re hiştî jî di asta herî jor de pir bi wate û girîng in.

Behskirina Apê Mûsa û bîranîna Çaran û Ferhat Kûrtay, pir bi wate ye.

Divê hemû xwestek bangên ku li gelê Kurd kir û peyamên ku daye hunermendên Kurd, divê watedar bê dîtin û bên bicihanîn.

Em weke tevgera azadiya Kurd, bang û daxwazên hevalê Veysî Taş, ji xwe re ferman dibînin û em ê wisan nêz bibin.”

KCK’ê di dawî de balkkişand li ser peyamên şehîd weysî ku bi çalakiya xwe daye jî ev nirxandin kir:

Hevalê Weysî weke tevger, ji me xwestiye ku em têkoşînê li dijî dijminê qirker û mêtinger bi rêbazek dewlemend û çalakiyên bi encam, mezin bikin.

Divê çalakiya welatparêzê me yê hêja Weysî Taş rast bê fêhmkirin, mirov nekeve nava dubarebûnekê, têkoşîn bê mezinkirin û bersiva herî bi wate bê dayîn.

Peyam û banga esas a ku hevalê Weysî Taş ji bo me kir; nerazîbûna li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bê mezinkirin

Û pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bê şikandin.

Ji bo xwedîderketina li bîranîna hevalê Weysî Taş, divê gelê me jî li dijî tecrîdê nerazîbûnên xwe hîn xurtir bikin û asta têkoşînê bilind bikin.

Back to top button