Berpirsekî Emerîkî: Hayê Emerîka jê heye wê Rûsya baregehekê li Qamişlo çêbike

Berpirsekî leşker yê Emerîkî der barê avakirina baregehek Rûsî li balafirgeha Qamişloyê bertek nîşan da.

Berpirs diyar kir ku hayê Emerîka ji van agahiyan heye û got:

Emerîka biniyet e li bakur û rojhilatê Sûrî bimîne û şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê jî dewam bike.

Berpirsê Emerîkî anî ziman ku ji bo herdu welat rastî hev neyên, ew di nava têkiliyê de ne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ji televizyoneke Rûsî re ragihandibû ku wan li bajarê Qamişlo dest bi avakirina baregeheke ”helîkopteran” kirine û dîmenên baragehê jî hatibûn weşandin.

Dîplomatê Rûsî Vladîmîr Fro-lov jî der barê baregehê de ji ajansa Reutersê re axivîbû û weha gotibû:

“Emê vê baregeha piçûk ji bo operasyonên Rusya yê li Bakûr û Rojhilatê Sûrî bikarbînin. Lê dema ku Emerîka bi temamî xwe ji Sûriyê vekişand, dibe ku ji bo operasyonên Rusya yê li Rojhilatê Firatê jî bi kêrî me were.”

 

Leave a Reply

Back to top button