Jinên Şengalê bang li xelkê Başûr kir: Xaka we tê dagirkirin, li ber rabin

Jinên li Şengalê jî bal kişandin ser xeteriya dagirkirina Başûrê Kurdistanê û bang li xelkê Başûr kir ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re, rabin.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî TAJÊ’ê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriyê yên li ser başûr, hevkariya PDK’ê û bêdengiya hikumeta Iraqê şermezar kir.

TAJÊ berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê silav kir û weha got:

“Ji 23’ê Nîsanê û vir ve dewleta Tirk a dagirker êrişî qadên azad dike.

Hikumeta başûrê Kurdistanê piştgiriyê dide dewleta Tirk ku xaka Kurdistanê dagir bike.

Hikumeta Iraqê jî, berpirsyar e, başûrê Kurdistanê bi temamî hatiye dagirkirin û lê dinere.”

Dawiyê bang li xelê Başûrê Kurdistanê hat kirin ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK”ê rabin.

Back to top button