Talîbanê li Efxanistanê pêşketina jinan qedexe kiriye!

Rejîma Talîbanê dest ji her tiştî berdaye û tenê ji bo pêşîgirtina zanista jinan kar dike.
Di demekê ku xwendekarên mêr li zanîngehê vegeriyan de, lê ji bo jinan hîna qedexe ye.

Ji Tebaxa 2021’an ve, li Efxanistanê zanabûna jinan weke metirsiya herî mezin tê dîtin.

Tevgera Talîban ya li welat deshilatdar e, di her fersendê de zexta li ser jinan zêde dike.

Xwendekarên mêr li zanîngehê vegeriyan lê ji bo jinan hîn qedexe ye

Qedexeya zanîngehan a li jinan, yek ji gelek qedexeyên ku vê rejîmê li ser jina ferz kirî ye.

Ev qedexe li gelek welatên Misilman û li qada navneteweyî bû cihê nerazîbûnê.

Dawiya meha Kanûnê Wezîrê Perwerdeyê yê Bilind ragihandibû ku jin li gorî pîvanên nixumandinê, ku ‘rû û bedena xwe divê bi temamî binixumînin’ tevnegeriyane.

Bi vê hincetê xwendina jinan ya li zanîngehê hate qedexekirin.

Zanîngehan jî ji xwe ji bo jin û mêran bi saetên dersê û polan ji hev cihê bike, pîvanên nû destnîşan kiribûn.

Tenê mamosteyên jin an jî mêrê bi temen mezin dikarîbûn dersê bidin xwendekarên jin.

Gelek rayedarên Talîbanê îdîa kiribûn ku qedexeya perwerdeyê demkî ye, lê belê diyar nekiribûn ku deriyê dibistan wê kengî li jinan bê vekirin.

Dibistanên navîn jî sal û nîveke li zarokên keç girtî ne.

Di desthilatdariya Talîbanê de jin ne tenê ji dibistanan ji gelek saziyên giştî ji kar hatibûn dûrxistin.

Jin bêyî mêrekî ji malê nikarin derkevin, her wiha dema ji malê derketin jî neçar in xwe bi temamî binixumînin.

Meha Mijdarê çûyîna parkan, bexçe, salonên sporê û hawizan jî li jinan hatibû qedexekirin.

Back to top button