Aliyên Lîbî îro li Fasê dicivin

Ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê, îro her du aliyên şerê Lîbyayê, li paytexta Fasê Ribatê dicivin. Parlemeterekî Lîbî dibêje, di demekê de ku Lîbî hewl didin aloziya li welatê xwe çareser bikin, dewleta Tirk şandina çek û çeteyan bo Lîbyayê dewam dike.

Çavkanîne dîplomatîk eşkere kir ku parlementerin herdu aliyên şer ên Lîbyayê, îro li başûrê paytexta Fasê Ribatê dicivin.

Çavkaniyan diyar kir ku di van civînan de, 2 şande ji herdu aliyan beşdar dibin, her şandeyek jî ji 5 parlementeran pêk tê.

Li gorî heman çavkaniyan, heta niha, ne Parlemena Lîbî, ne jî hikumeta Wîfaqê, beşdariya xwe di van civînan de bi awayekî fermî piştrast nekiriye.

Tora Al-Arabia teqez kir ku ev civîn wê 2 rojan dewam bikin, lê heta niha mekanîzmeya hevdîtinan nehatiya eşkerekirin.

Çavdêr dibînin ku di vê civînê de, wê postên bilind ên desthilatdariyê, di navbera aliyên Lîbî de, werin dabeşkirin.

Parlementerê Lîbî Se’îd Emxîb diyar kir ku, di demekê de ku hewldanên agirbesteke giştî li Lîbyayê tên kirin û kar ji bo gihaştina çareseriyeke siyasî tê kirin, dewleta Tirk şandina çek û çeteyan bo Lîbyayê dewam dike.

Back to top button