Çavdêriya Sûrî: di êrişa Israîlê de 10 leşkerhatin kuştin-HAT NÛKIRIN

Êrişên Artêşa Israîlê yên li ser Sûriyê didomin.
Di êrişên li Dera de 10 leşkerên hikumetê hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.
Israîlê êrişî balafirgeha Navneteweyî a Helebê jî kir û di encamê de ji xizmetê derket.
Di şerê li herêma Bêçek de, leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin.

Şevê din artêşa Israîlê bi 7 moşekan xalek leşkerî a hikumeta Şamê li herêma Hewd El-Yermûk ya li rojavayê Derayê bombebaran kir.

Di seatên berbangê de jî balafirên şer yên Israîlê deverên leşkerî, depoyên çekan û pergala parastina ezmanî yên li Derayê bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama êrişê de 10 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin û 11 jî birîndar bûne.

Her wiha xal, navend û depoyên ku hatine armanckirin bitemamî hatin rûxandin.

Piştî ku Derayê bombebaran kir, balafirên Israîlê belavok bi ser herêmê belav kir û gef li hêzên hikumetê xwar.

Di belavokan de hat gotin:

Komên Filistînî yên teror ji xaka Sûriyê êrişî xaka Israîlê dikin.

Rayedarên hikumeta Şamê ji vê yekê berpirsyarin

Hemû kiryarên teror li dijî xaka Israîlê wê bê bersiv nemînin.

Balafirgeha Helebê piştî êrişê ji xizmetê derket

Di seatên nîvro de jî, artêşa Israîlê êrişî balafirgeha Navneteweyî ya Helebê kir.

Di encamê de, balafirgeh ji xizmetê derket.

Di nava 2 heftiyan de, artêşa Israîlê 4 caran êrişî balafirgehê kir.

Li herêma bêçek şer-Leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin

Li herêma qaşo bê çek rewş xirabtir dibe.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku balafirên şer ên Rusyayê êrişî gundewarên Idilbê kir.

Hêzên hikumeta Şamê jî bi çekên giran gundewarê bakurê Idlibê, rojavayê Helebê û rojavayê Hemayê topbaran kir.

Di topbarana çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ya li gundewarên bakurê Laziqiyê de, leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin.

Back to top button