Boykot û xwepêşandanên mamosteyên Başûrê Kurdistanê didome

Boykot û xwepêşandanên mamostayên Ranya û Silêmaniyê li dijî tayînekirin û nedayîna mûçeyan didomin.
Yekitiya Mamosteyan, karmend û endamên tenduristiyê jî li herêmên cûda piştgirî dan Boykotê.

Ev bû Zêdetirî 40 rojin karmend, endamên tenduristiyê û mamostayên Silêmaniyê û Ranya ji bo nedayîna mûçe û tayînkirinê di nava boykot û xwepêşandanan de ne.

Mamostayên bi peyman û herdemî îro li ber Rêveberiya Perwerdeya Giştî ya bajarokê Ranya kombûn û bang li hikûmetê kirin ku daxwazêm wam di zûtirîn dem de pêk bê.

Mamosteyên Silêmaniyê: Tu kes nikare zextê bike û boykotê rawestîne

Piraniya mamostayên bi peyman jî ji sînorê parêzgeha Silêmanî û Helebce, îdareya Germiyan û Raperînin.

Li şûna ku hikûmeta herêmê bersiva mafên wan yê rewa bide, gef û zextê li wan dike ku vegerin dibistanan û boykotê rawestînin.

Endamê Sekreteriya Yekitiya Mamostayan Berhem Mistefa hewldana şikandina boykotê red kir û got:

“Îro hinek rêveberên dibistanan bi navê belavkirina pirtûkan mamoste hişyarkirine ku roja yekşemê dest bi dewamê bikin.

Lê em li ser daxwazên xwe ne wê boykot dewam bike.”

Yekîtiya xanenişînan piştgirî dan boykotê

Li aliyê din Yekitiya Xanenişînan ji bo piştgiriya tayînekirinê û nedayîna mûçeyan li ber avahiya Perwerdeya Rojava ya Silêmaniyê kom bûn.

Berdevkê Yekitiya Xanenişînan Sadiq Osman axivî û got:”

“Li Iraqê muçeyê karmend û xanenişînan di dema xwe de tê dayîn. Di serde jî muçeyê wan tê zêdekirin.

Li hikûmeta başûr muçeyên mamosta û karmendan di dema wê de nadin”

Back to top button