Li bajarê Qamişlo Pirtûka Rêzimana Kurmancî ku ji aliyê SZK’ê ve hatiye amadekirin, hat danasîn.
Merasîma danasînê li navenda Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a li Qamişlo, bi amadebûna rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û mamosteyan pêk hat.
Hevseroka SZK’ê û yek ji amadekarên pirtûka Rêzimana Kurmancî Viyan Hesen di merasîmê de axivî û got:
Li Rojavayê Kurdistanê bi dehan sazî û dezgehên bi ziman re eleqedar dibin hatine avakirin, lewma pêdiviya wan bi pîvereke yekgirtî heye.
Viyan li ser amadekirina pirtûkê jî ev agahî parve kirin:
“Me di heyama 3 salan de amade kir, girîngiya xebatên SZK’ê jî di yek kirina zimanê Kurdî de ye.
Bi vî awayî me xwest yekrêziya zimanê nivîsê jî çêbikin.”
Amadekarê din ê pirtûkê Ferhad Mûsa jî naveroka pirtûkê vegot û ev agahî dan:
“Pirtûk ji beşên dengnasî, peyvsazî, hevoksazî, watenasî, rastnivîsîn û xalbendî pêk tê.”
Piştî danasînê, pirtûka Rêzimana Kurmancî ji bo xwîneran hat îmzekirin.