Paulo Pinheiro: Êrişên dewleta Tirk bandorê li jiyana sivîlan dike

Serokê Komîsyona Lêpirsînê ya Sûriyê ya NY’yê Paulo Pinheiro diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî gelek cih û warên sivîlan ên li Rojava dike û ev yek bandor li jiyana bi sed hezaran sivîlan kiriye.

Di rûniştina 78’an a Civata Giştî NY de serokê Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navneteweyî ya Sûriyê ya NY’yê Paulo Pinheiro axivî.

Paulo Pinheiro anî ziman ku şerê li Sûriyê gihiştiye asta herî nebaş a salên dawîn û ji bo sivîlan encamên giran bi xwe re anîne.

Pinheiro bal kişande li ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava û sûcên wan ên şer û wiha got:

Dewleta Tirk jî bombebaraneke giran li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de dike.

Di van êrişan de stasyonên av û elektrîkê hatin xerakirin. Vê yekê bandor li sed hezaran sivîlan kiriye.”

Paulo Pinheiro destnîşan kir ku ji bo dawî li şerê li Sûriyê bê anîn, divê civata navneteweyî bi rola xwe rabe.

Back to top button