Riyad Derar: Piştî civîna Soçî êriş zêde bûn

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar derbarên êrişên li ser herêmê nirxandin kir.
Riyad Derar anî ziman êrişên dewleta Tirk li ser herêmê, dema dawî zêde bûne, taybet piştî civîna Soçiyê.
Her wiha tekez kir li hember êrişan divê gel bi xwe bi Rêveberiya Xweser û hêzên xwe yên leşkerî re bikeve tevgerê û li ber xwe bide.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD Riyad Derar; der barê êrişên dawî yên dewleta Tirk ji ajansa Hewarê re nirxandin kir.

Riyad Derar anî ziman êrişên li dijî herêmê taybet piştî civîna Soçiyê zêde bûn.

Têkildarî lihevkirinên di navbera aliyên Soçiyê de, Riyad Derar anî ziman di nav bera wan de zêdetirî lihevkirinekê heye.

Der barê helwesta navneteweyî ya li hember van êrişan û bêdengiya wan Riyad Derar ev got:

“Gelê Sûriyê, êdî bi tenê ne.

Nikarin pişta xwe bidin kesekî ku pirsgirêkên wan çarser bikin.

Hemû niha li trajediya Sûriyan temaşe dikin.

Divê danûstandin di navbera Sûriyan de be, da ku trajediyeke wiha rû nede. ”

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar li ser gavên dîplomatîk ku wan der barê van êrişan de avêtine, got:

” Helbet MSD’ê mîna Rêveberiya Xweser ji bo hişyarkirina hêz û dewletên ku bûyerên li Sûriyê dişopînin, di nav liv û tevgerê de ye.

Her tim name di navbera me de têkildarî gelek dosyayan hene.

Dawiyê Riyad Derar da zanîn li hember van êriş û sûcên dewleta Tirk divê gel, hêzên leşkerî û Rêvebriya Xweser bihevre bikevin tevgerê û li ber xwe bidin.

Back to top button