Li Endonezyayê, volkan aktîv bû û bi bilindahiya 5 kîlometre arî û toz berda

Li Endonezyayê, volkana herî aktîv li welêt dest bi tevgerê kir û bi bilindahiya 5 kîlometre arî û toz berda.

 

Îro înê, Volkana Mêrabî, ku dibe volkana herî aktîv li Endonezyayê ket tevgerê.

Volkan bi bilindahiya 5 kîlometre arî û toz berda û ev jî dibe tevgera duyemeîn ya xurt di vê mehê de.

Di encamê de herêmên ku çend kîlometran dûrî volkanê ne bi dû hatin dorpêçkirin.

Hikûmet jî heya niha asta hişyariyê bilind nekiriye û banga armiyê li gel kir.

Demeke beriya niha di vê mehê de, ev volkan bi bilindahiya 6 kîlometre arî û toz berda, di encamê de çend bajarên derdorê bi dozê hatin dorpêçkirin û balafirxaneyek jî hat girtin.

Di sala 2010’an de, Volkana Mêrabî bi awayekî mezin aktîv bû, ji ber wê jî 300 kes jiyana xwe ji dest da û derdora 280 hezar jî ji malên xwe derketin.

Her wiha di sala 1994’an de ji ber volkanê 60 kes jiyana xwe ji dest da û sala 1930’an jî, ji ber aktîvbûna heman vokanê, hezar û 300 kes jiyana xwe ji dest da.

 

Back to top button