Komîteya Parastina Rojnamegeran: Divê hesabê êrişa dijî Ednan Reşîdî bê xwestin

Piştî lêxistina li Rojnemevan Ednan Reşîdî hate kirin, Komîteya Parastina Rojnamegeran a Navneteweyî duh ji desthilatên Başûrê Kurdistanê daxwaza lêpirsîneke lezgîn kir.

Di 11’ê Adarê de Rojnameger Ednan Reşîdî ji aliyê kesin nediyar hate eşkencekirin.

Li gorî Ednan ji rêxistinê re got, kesên ew derb kirine, mask xistibûn serê xwe û gotin ji hêzên Asayîşê re dixebitin.

Piştî lêxistina giran ku dest û lingê Ednan şkandin, jê hate xwestin ku alavên xwe yên elektronîk û CD’yên ku li ser agahiyên li ser çalakvanên Îranê hatine qeydkirin, radest bike.

17’ê Adarê de polîsên Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û tê de got, 2 kesên destê wan di êrişê de heye, hatin girtin.

Her wiha Rojnameger Ednan Reşîdî xebata edîtoriyê ji malpera girêdayî Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê re dike.

Ednan Reşîdî bi taybet jî rewşên destdirêjiyê li mafên mirovan li herêmên kurdan belge dike.

Back to top button