SZK’ê pirtûka “Rêzimana Kurmancî” derxist

Mizgîniyek bo zimanhezên Kurmancî li Rojavayê Kurdistanê.
Saziya Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ragihand ,
Wan pirtûka “Rêzimana Kurmancî” piştî xebata sê salan gihandine standartekî.
Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û yek ji nivîskarên pirtûkê Viyan Hesen dibêje:
“Armanca amadekirina vê berhemê ew e ku li Rojavayê Kurdistanê standartekê ji bo Kurmancî ava bikin. “

Rêzimana Kurmancî..

Ji bo weşan û perwerdeya Kurmancî berhemek girîng e.

Saziya Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ragihand,

Wan pirtûka “Rêzimana Kurmancî” piştî xebata sê salan gihandine standartekî.

Ev pirtûk encama lêkolînên 3 salan e.

“Rêziman Kurmancî” ji 6 beşan pêk tê, ew jî: Dengnasî, morfolojî, ristesazî, watenasî, rastnivîsîn û xalbendî, ne.

Ev yek jî bi armanca pêşxistina nivîsandin, xwendin, perwerdekirin û weşangeriya bi zaravayê Kurmancî amade kir.

Bermeha ji aliyê endamên SZK’ê Ferhad Musa û Viyan Hesen ve hatiye amadekirin, di 2023’yan de li Qamişlo wekî pirtûk hatiye çapkirin.

Her wiha ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye erêkirin.

Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û yek ji nivîskarên pirtûkê Viyan Hesen derbarê amedekirin û armanca pirtûkê de axivî.

Viyanê da zanîn ku armanca amadekirina vê berhemê ew e ku li Rojavayê Kurdistanê standartekê ji bo Kurmancî ava bikin.

Viyan Hesen anî zima ku eger xalên girîng û cuda derkevin holê jî, wê pirtûk ji nû ve sererast û çap bikin.

Hevseroka SZK`ê Viyan Hesen da zanîn ku di warê ziman de ew amadekariyên derxistina berhemên nû dikin.

Back to top button