NPG’ê çalakiya şervanên li Eyaleta Zapê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) fermandar û şervanên li Eyaleta Zapê ji ber çalakiya wan a serketî, pîroz kir û got:
”Em di wê baweriyê de ne ku berxwedana we ya bi ruhê fedaî yê Apoyî tê kirin wê serketinên hîn mezin û encamên hîn xurt biafirîne.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê çalakiya serkeftî ya gêrîla ku di 16’ê Cotmehê de li Qada Berxwedanê ya Kokerê pêk anîn pîroz kir.

Daxuyaniya Fermandariya Biryargehê bi vî rengî ye:

NPG: Berxwedana bi rihê fedayî yê Apoyî wê serkeftinên mezin biafirîne

“16’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Kokerê bi rêbaza şerê tîm ê pispor û taktîka çalakiya gerîla ya koordîneyî we çalakiyeke serketî pêk anîn.

Di vê çalakiyê de 15 dagirker ceza kirin, 4 kon û çeperek hate îmha kirin.

Li qadekê ku dijmin her roj teknîka herî pêşketî bikar tîne, lê çalakiyek bi vî rengî bi bandor, nîşan dide ku dijmin wê nikaribe Planên xwe yên dagirkeriyê bi ser bixîne.

Ji ber taktîka serdema nû ya gerîla teknîka dijmin ya pêşketî vala derdixe.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di dawiyê de ev tişt anî ziman:

”Em hemû şervan û fermandaran pîroz dikin ku ev berxwedana bi bawerî, îrade, wêrekî, jîrbûn, ked û hewldanan bênavber meşandin, planên dijmin têk birin.

Em di wê baweriyê de ne ku berxwedana we ya bi ruhê fedaî yê Apoyî tê kirin wê serketinên hîn mezin û encamên hîn xurt biafirîne.”

Back to top button