Davûtoglû: Bi koordîneya Erdogan komplo li min hate kirin

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partî) Ahmet Davûtoglû bersiva Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû da û got: Bi koordîneya serokomar li dijî min komplo hate kirin.

Ahmet Davûtoglû beşdarî bernameyek serê sibê ya televîzyonek Tirk bû û bersiv da îdiayên Soylû.

Davûtoglû wiha got:

“Suleyman Soylû wê serdemê ji bo min ji wezîfeyê bigire ketibû nava fen û fûtan.

Min ji bo guhdariya hevalên xwe nemerdî nekiriye, lê belê Soylû bi nemerdî gotinên nerast bi min ve tîne.

Di destê wî de polîs, îstîhbarat heye, hewce dike bila serî li MÎT’ê bixe, lêkolîn bike.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê diyar kir ku Soylu bi vê yekê re gotinên nerast bi Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala û Serokomar Erdogan dike.

Wî bi xwe jî vê kompoloyê îtîraf kir.

Agahiya Serokomar jî ji vê yekê hebû.

Bînalî Yildirim, Berat Albayrak û Suleyman Soylû li hemberî min kompoloyek hevkar çêkirin.

Ji bo hev bixwin berê wan her sêyan ket hev, meydan jî ji mafyayê re ma.

Back to top button