Li Kobanê jinên Girê Sipî û Eyn Îsayê sê şehîdên jin bi bîranîn

Kongreya Star a Kobanê, jinên li Girê Spî û Eyn Îsayê di salvegera yekemîn a şehadeta Zehra, Hebûn û Emîne yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Kobanê hatibûn qetilkirin, hatin bi bîranîn.

Bi dehan jin û endamên meclisa kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de Endama Kongreya Star a kantona Kobanê Edle Hesen Semînerek da.

Hedle Hesen da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dixwest bi riya şehadeta her sê havalan vîna jinan bişkîne.

23 Hizîrana 2020’an di encama bombebarana belafirên dewleta Tirk a li ser gundê Helincê ya Kobanê de her sê jinên têkoşer hatibûn şehîdkirin.

Tê payîn ku Kongreya Star a Kobanê di rojên bê de rêzesemîneran der barê mijarê de li tevahî navçeyên Kobanê organîze bike.

Back to top button