Bi rokêtan êrişî barageha Amerîka ya li Eyn El Esad hat kirin

Li rojavayê Iraqê li qada çolê bi roketan êrişî baregeheke leşkerên Emerîkayê hate kirin.

Çavkaniyeke ji ewlekariyê ji AFP’ê re axivî û got “Bi roketan li baregeha hewayî ya Ayn El Esadê hate xistin.”

Waşîngtonê careke din, tiliya tewambariyê dirêjî alîgirên Îranê kir.

Komên ku pişta Îranê digirin ji bo 2500 leşkerên Amerîkayê ji Iraqê derkevin kampanyayekê didomînin.

Di demên dawîn de avêtina roketan û bicihkirina bombeyan a li kêleka rêyan zêde bû.

Ji Nîsanê û heta niha çar caran bi droneyan êrişî hêzên Amerîkayê hate kirin.

DYA dixwaze li Iraqê pergalên parastina hewayî ya Patrîotê bi cih bike.

Bi pergala C-RAM’ê gelek êrişên bi roket hatin astengkirin.

DYA deh roj berê diyar kiribû kî derbarê van roketavêjan agahiyan bidin wan ew ê 3 milyon dolar xelatê bide wan.

Back to top button