Îsraîlê êrişî Sûrî kir-8 leşekerên hikumeta Şamê hatin kuştin ,7 jî birîndar bûn

Êrişên Israîlê li dijî xaka Sûriyê dewam dikin.
Di topbaran Îsraîlê ya li Deraayê 8 leşkerên Hikumeta Şamê hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.

Saet 01:45an artêşa Îsraîlê êrişî xaka Sûrî kir .

Di vê êrişa esmanî ya li Deraayê de 8 leşkerên Hikumeta Şamê hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.

Vê erişê her wiha ziyanên madî jî gihandine parêzgeha Deraayê.

Li aliyê din, Îsraîlê vê mehê 3 caran balafirgehên Şam û Helebê bombebaran kirin.

Di van bombebaranan li balafirgehan ziyanên madî çêbûn.

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku di vê êrişê de 11 leşker hatine kuştin, 10 leşker jî birîndar bûne.

SOHRê destnîşan kir ku 4 ji leşkerên kuştî fermandar bûne.

Li herêma bêçek şer-6 kes hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn

Back to top button