Ciwanên Ereb yên Şengalê jî tevlî pêngava li dijî tecrîdê bûn

Însiyatîfa Ciwanên Ereb yên Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin, bi dirûşma, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ tevlî pêngava ku di asta navnetewî û Şengalê ji bo Azadiya Rêber Ocalan hatiye destpêkirin dibin û gotin: “Rêber Ocalan pêşî li şerên qewmî û olî digire, rêya xweparastinê nîşanê gelan dike, ji ber vê ew Rêberê Gelane.”

Însiyatîfa Ciwanên Ereb yên Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tevlî pêngava navnetewî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bûn.

Daxuyanî ji aliyê endama Însiyatîfê Emîra Hemed ve hate dayîn.

Emîra diyar kir, Rêber Abdullah Ocalan di heman demê de Rêberê gelane û got:

“Rêber Abdullah Ocalan rêya azadî û demokrasiyê nîşanê me da û îradeya jiyana azad xurt kir.”

Emîra îşaret bi têkoşîna Rêber Ocalan ya bi şerên olî û qewmî re jî kir û wiha pêde çû:

“Di nava şerên etnîkî, olî û mezhebî de, Rêber Abdullah Ocalan çanda yekîtiya gelan û baweriyan afirand.”

“Pêwîste hemû civakên azdîxwaz xwedî li Rêber Apo derkevin”

Back to top button