“Pêwîste hemû civakên azdîxwaz xwedî li Rêber Apo derkevin”

Endamên meclisên gel û jin yên Şengalê jî ji bo pêngava cîhanî ya azadiya Rêber Apo axivîn û got:
“Emê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêbertî û xweseriya Şengalê dewam bikin.
Divê hemû Êzidî xwe di ber azadiya Rêber Apo de berpirsyar bibînin.”

Piştgiriya ji bo pêngava azadî ji bo Rêber Apo re zêde dibe.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê tevlî pêngava navnetewî ya ji bo azadiya Rêber Apo bû.

Li vir Endamên meclisên Gel û Jin têkildarî girîngiya pêngavê ji ajansa me re axivîn.

Endama Meclisa TAJÊ ya Xanesorê Zîna Ehmed diyar kir pêngava azadiya Rêber Apo, ji civaka Êzidî re pêwîste û got:

“Divê hemû civakên daxwaza azadî û demokrasiyê dikin, ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê bikin.

Em weke pêkhateyên Şengalê xwe bi rêveberiya xweser rêve dibin û diparêzin.

Lê ji bo mayînde bûyîna wê, divê em têkoşîna xwe mezin bikin.”

“Em ji saya Rêber Apo li vir bi azadî dijîn”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ Hetlê Saet jî da zanîn, ew ji saya fikrê Rêber Apo li Şengalê bi azadî dijîn û got:

“Em weke jinên Êzidî berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê silav dikin.

Ji bo azadiya Rêbertî û xweseriya Şengalê pêwîste her Êzidiyek xwe berpirsyar bibîne.

Eger em ji bo azadiya Rêber Apo tênekoşin, wê Şengal ji dest Êzidiyan biçe.”

“Em dikarin bi rêya vê pêngavê mafê xwe bidest bixin”

Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê Seydo Elî jî diyar kir civaka Êzidî ji bo mafê xwe rêvebirinê bidest bixe, kar dike û got:

“Gelê me dikare di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ mafê xwe yê xwe rêvebirinê bidest bixe.

Ji bo bidestxistina vî mafî jî pêwîste em kar û xebatên xwe berfirehtir bikin.”

Back to top button