Pervîn Bûldan: Bi Ocalan re tevahiya welat di tecrîdê de ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven destnîşan kirin ku desthilata AKP-MHP’ê tiştekê nade gel, di serî de Îmralî tevahiya welat di tecrîdê de ye û gotin: “Tirkiye ancax bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare bigihîje demokrasiyeke rasteqîn.”

“Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a HDP’ê dewam dike.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan derbarê qonaxa 3’mîn a bernameyê de axivî û got:

Me ev qonaxa sêyemîn bi dirûşmeka ‘Li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî’ amadekariyê xwe kiriye.

Ev welat herî zêde ji şer û mirinê ziyan dîtiye û welatekî bûye mexdûr.

Eger ku em dixwazin li vî welatî dîrokekî nû binivîsînîn divê em destûreke bingehîn a nû amade bikin.

Em rû bi rûyê tecrîdekê welê ne ku ji Îmralî destpê kir niha li hemû Tirkiyeyê belav bûye.

Ji bo wê di serî de Girtîgeha Îmralî divê hemû tecrîd bi dawî bibin, bi têkoşînê teqez aştî, demokrasî, azadî, biratî, edalet û hiqûq dikare bê vî welatî.

Leyla Guven: Tirkiye ancax bi çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare azad bibe

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku di çarçoveya ziyaretên KCD û DBP’ê de li Îzmîrê seredana saziyan kir.

Di hevdîtinê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî û diyar kir ku muxlaefeta sereke rola xwe pêk nayne û wiha domand:

Li vî welatî em dikarin zemîneke demokratîk û azad biafirînin.

Ji ber ku KCD perçeyek ji gel e van pirsgrêkan bi tevahîya saziyan re parve dike.

Tirkiye ancax bi çareserkirina pirsgirêka kurd dikare bigihîje demokrasoyeke rasteqîn.

Back to top button