Parlemena Lîbî teqeziyê li ser derketina çeteyan ji welêt dike

Duh hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî, agirbesteke yekalî ragihand û banga hilbijartinan kir. Ji aliyê xwe ve Parlemena Lîbî jî banga agirbesteke giştî li welêt kir û teqez kir ku divê hemû çete ji xaka Lîbyayê werin derxistin. Daxuyaniyên her du aliyên Lîbî, ji aliyê gelek welatên herêmê û yên cîhanê ve, erênî hatin pêşwazîkirin.

Piştî ku duh hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî agirbesteke yekalî li welêt ragihand û banga hilbijartinên serokkomarî û parlemanê kir, Serokê Parlemana Lîbî Uqîle Salih jî, banga agirbesteke giştî li hemû deverên welêt kir.

Salih got:

“Wê pêkanîna agirbestê rê li pêşiya hemû destwerdanên leşkerî yên biyanî bigire û wê hemû çete û mîlîsên biyanî ji welêt derxîne û careke din wê serweriya welêt vegere.”

Di heman çavçoveyê de, berdevkê Parlemana Lîbî Ebdella Belhîq jî, teqezî li ser derxistina hemû çeteyan ji Lîbyayê kir, da ku rê li ber destpêkirina diyalogên siyasî vebe.

Belhîq diyar kir ku damezrandina mecliseke nû ya serokatiyê û avakirina hikumeteke yekîtiya niştimanî, rê li ber yekîtiya hemû dezgehên dewletê vedike û aramiyekê ji bo pêkanîna hilbijartinên Serokatî û yên Parlemenê, diafirîne.

Agirbesta hatî ragihandin, ji aliyê gelek welatên Ereb û yên Cihanî, erênî hat nirxandin.

Nûnera taybet ya Sekreterê giştî yê NY li Lîbyayê Stephanie Williams kêfxweşiya xwe derbarê vê agirbestê anî ziman û banga lezê di pêkanîna her du daxuyaniyên hikumeta Wîfaq û Parlemena Lîbî kir.

Williams her wiha bang li aliyên Lîbî kir ku li gorî vê qonaxa dîrokî bi berpirsyariyên xwe rabin.

Duh înê, piştî ragihandina agirbesteke yekalî ji aliyê hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî ve, Parlemena Lîbî jî banga agirbesteke giştî li hemû deverên welêt kir

Back to top button