Desteya Tenduristiyê: 47 rewşên nû hatin tomarkirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûruyê ragihand ku 47 kesên din bi Vîrûsa Coronayê ketine,jiwan yekem rewş li Tebqayê ye, hat tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mustefa ragihand ku ji wan 47 kesan 21 li Qamişlo ne,3 li Dêrikê , 11 li Hesekê, 1 li Rimêlan,1 li Girkê Legê,4 li Reqa, 4 li Dêra Zorê û 1 jî li Kobanê ye.

Ciwan Mustefa eşkere kir ki îro jî yekem rewş li Tebqayê hat tomarkirin.

Dr. Ciwan her wiha da zanîn ku 15 kes jî başbûne.

Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan li seranserî herêmê gihaşt 327″an,ji wan 51 başbûne,17 kean jî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button