Guterres: Tîmek NY yn Sûriyê û nûnerê wan yê taybet hatine erkdar kirin da ku ava Hesekê çareserbikin

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres ragihand ku, tîmeke NY li Sûriyê û nûnerê wî yê taybet Geir Pederson, bi çareserkirina pirsgirêka qutkirina avê li ser bajarê Hesekê hatine erkdarkirin.

Piştî 8 mehan ji zehmetî û bêaviya li bajarê Hesekê, bertekên li dijî siyaseta Dewleta Tirk a dagirker zêde dibin..

Herî dawî NY û Hikûmeta Şamê ji ber qutkirina Tirkiyê ji ava Stasyona Elok ji ser bêhtirî milyonek kesî re, ketin nava tevgerê..

Ajansa fermî ya Hikûmeta Şamê SANA ragihand ku nûnerê Hikûmetê li NY”yê Beşar El-Caferî, daxwaz ji NY kiriye ku destwerdanê li rewşa Hesekê bike..

Li gorî ajansê Caferî bi rêya telefonê bi Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres re axiviye û jê xwestiye ji bo rawestandina sûcên dewleta Tirk ên derbarê qutkirina avê hewldanên xwe bikin..

Her wiha SANA idia kir ku, Serkretêrê NY Antonio Guterres jî gotiye ji bo çareserkirina pirsgirêka avê û gihandina alîkariya mirovî wan tîmek ji NY li Sûriyê û nûnerê xwe yê taybet Geir Pederson erkdar kirine..

Stasyona Elok a li Rojhilatê Serê Kaniyê li ser dirêjahiya dehan sal av dida bajarê Hesekê..

Li ji dema ketiye bin dagirkeriya Dewleta Tirk ev 8 car in ev stasyon tê rawestandin û xelk bê av dimînin..

Ji xwe beriya NY û Hikûmeta Şamê ku ji bêdengiya xwe derketin, HRW jî bal kişandibû ser rewşa Hesekê û hişyariya krîzeke mirovî dabû.

Back to top button