Çîn: Taywan serxwebûnê hilbijêre em ê êrişî wê bikin

Çîn cudabûna Taywanê ya ji xaka welat napejirîne.
Wezîrê Parastinê yê Çînê Fenghe bi eşkereyî ji hempîşeyê xwe yê DYA Austin re got,
Eger Taywan serxwebûna xwe ragihîne, wê artêşa Çînê bêdudilî li dijî wê dest bi êrişê bike.

Wezîrê Parastinê yê Çînê Wei Fenghe û Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Lloyd Austin li Sîngapurê ku ji bo Lûtkeya Ewlekariyê ya Shangri-La Dialogê amade ne, hevdîtinek pêk anîn.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Çînê, Wei ji Austin re gotiye, eger Taywan serxwebûna xwe ragihîne Çîn “bê-dudilî wê şer bide despêkirin.”

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Çînê Wu Qian diyar kir ku Weî hişyarî da û wiha got:

“Eger kesek biwêre Taywanê ji Çînê veqetîne, bê-dudilî wê artêşa Çînê dest bi şer bike.”

Taywan giraveke li rojhilatê Çînê ye.

Lê rêveberiya vê giravê ji aliyê welatiyên wê ve tê birêvebirin.

Rêveberiya Pekînê jî Taywanê parçeyek ji xaka welat dibîne.

Ji ber vê yekê di her fersendê de, qala êrişeke li dijî gravê dike.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de derbarê hevdîtinê de weşand û wiha got:

“Austin girîngiya aştî û aramiyê li Tengava Taywanê û dijberiya xwe ya li hember guhertina yekalî ya rewşa heyî dupat kir.

Her wiha ji Çînê xwest ku xwe ji kiryarên bêîstiqrarkirina li dijî Taywanê ku dewam dike dûr bixe.”

Aloziya Taywanê ku li ser statuya wê ya siyasî nakok e, di van demên dawî de zêde bûne.

Ev yek jî bi firîna balafirên Çînê yên li ser gravê û tetbîqatên leşkerî yên derdora wê re derketiye pêş.

Di serdana meha borî ya Japonyayê de, Serokê Amerîka Joe Biden diyar kiribû ku eger Çîn êrîş bike, ew ê Taywanê bi leşkerî biparêzin.

Ev yek tê wateya guhertina siyaseta Taywanê ya ku Amerîka bi salan dişopîne.

Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kişîda di lûtkeyê de bal kişand ser rageşiya Çîn-Taywanê û hişyariyeke tund da û got, “Aniha Ukraynayê dibe siberoja Rojhilata Asyayê.”

Back to top button