Rûsya û hikumeta Şamê heta 6 rojan wê tetbîqatên hevpar bikin

Artêşa Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê li Sûriyê tetbîqatan pêk tînin.
Li Deraa meyîek bi erebeyek hêzên hikûmetê ve teqiya.

Rayedarekî leşkerî yê Rûsyayê ragihand ku îro artêşa wan û hêzên hikumeta Şamê li Sûriyê tetbîqatan pêk tînin.

Li gorî çapemeniya Rûsyayê, serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê Oleg Gorinov got;

Hzên wan ên hewayî dê tevî hêzên hewayî yên Sûriyê tetbîqatan pêk bînin û dê tetbîqat 6 rojan dewam bikin.

Li aliyê din Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji destpêka sala 2023 yek care di nabera her du aliyan tên kirin.

Ev tetbîqat hemwextî gurbûna şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên El Nusrayê pêk tên.

Li Deraa erebeyek hêzên hikûmetê teqiya

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku erebeyek hêzên hikûmetê dema li ser riya di navber bajarokê El Kerek El Gariya derbas dibe, bi mayînekê hat teqadin.

Piştî wê di navbera hêzên hikûmtê ê çekdarên nenas de şer derket.

Back to top button