Li gundê Biliga yê Silopiyayê di bin çavdêriya leşkeran de bi hezaran dar hatin birîn û li şêniyên gund ên li dijî vê talanê derketin jî gef hate xwarin.
Li gundê Biliga yê Silopiyayê leşkerên dagirker di bin navê “ewlehiyê” de bi hezaran dar birîn.
Dema hinek welatiyan hewl dan ku rê li ber birîna daran bigirin jî, leşkeran gefa “Heke hûn ji bo me zehmetiyan derxînin, em ê ketina we ya gund qedexe bikin” lê xwarin.
Birîna daran a li gundê asuran Hesana yê li quntarê Çiyayê Cûdî yê Silopiyayê jî didome.
Darên tên birîn li kamyonan tên barkirin û derdixînin derveyî bajar.



